Li Peruyê kamyonek tqiya, 14 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Perûyê kamyona gazê teqiya; 14 kesan jiyana xwe ji dest da.

Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê Vîctor Bocangel daxuyaniyek da û got ku hejmara miriyan bû 14 kes di nava wan de 5 zarok jî hene .

Bîlançoya beriya wê hatibû ragihandin ku 13 kesan jiyna xwe ji dest dabû û 50’î kes jî birîndar bûbûn.

Teqîn roja Pêncşemê li banliyona Valla El Salvador ku dikeve başûrê paytexta Perû Lîmayê pêk hatibû.

Şewat bi destwerdana 13 agirkujan hate vemirandin.

Di şewatê de herî kêm 14 mal jî şewitî.

Back to top button