Li Qamişlo mîhrecana Çand û Hunerê ya 7’emîn dest pê kir

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê îro li Qamişlo dest bi Mîhrîcana Çand û Hunerê ya 7’emîn kir.

Mîhrecan li navenda Hevgirtina Rewşenbîran hate lidarxistin.

Hunermend, helbestvan, rewşenbîr, nivîskar, endamên saziyên sivîl û desteyên Rêveberiya Xweser beşdarî mîhrîcana bûn.

Di mîhrecanê de axaftin hatin kirin û mîhrîcan li tevahiya rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê hat pîrozkirin.

Her wiha kesên axivîn hêvî kir ku mîhrîcan li herêm û bajarên din jî li dar bikeve.

Li mîhrîcanê tabloyên ku rengên zeytî hatine xêzkirin û rastiya kelepora kurdî nîşan didin, hatin nîşandan.

Li gel vê yekê şanoyek bi nave “Nizanim çi bêjim” û Koma Çiyayê Kurmênc û Koma Serêkaniyê çend stran gotin

Mîhrîcan wê 8 rojan dewam bike.

Back to top button