Hevdîtina Wezîra Derve ya Swêdê Ann Lînde û Seroka MSD Îlham Ehmed Tirkiyê aciz kir. Wezareta Derve ya Tirkiyê got, hevdîtinê pirsnîşanên cidî çê kiriye.
Wezîra Derve ya Swêdê Ann Lînde û Seroka Meclîsa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed hevdîtinek bi rêya dîmen pêk anîn.
Ann Lînde têkildarî hevdîtinê di hesabê xwe yê Twîtterê de wêne parve kir.
Lînde li jora wêneyê li parvekirî jî wiha got:
Me operasyona leşkerî ya dewleta Tirk ku li Bakurê Sûriyê pêk tîne û krîza mirovî ya li herêmê û gelek mijarên din nîqaş kiriye.
Alîkariya derveyî sînor gelek girîng e.
Hevdîtinê Tirkiyê aciz kir.
Wezareta Derve ya Tirkiyê daxuyanî da û got:
Vê hevdîtinê pirsnîşanên cidî çê kiriye.