Efrîn..Çeteyan ji bo planên xwe yên qirêj jinên xwe bi kar tînin

Li Efrîna dagirkirî, zilm û hovîtîya dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber didome.
Li navenda Efrînê du jin hewil dan teqînekê pêk bînin, li navçeya Şêrewa çeteyan 4000 pirtûk yên nîvîskarekî kurd şewitandin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê bi daxuyaniyekê, kirayrên çeteyan li gundê Firêriyê ya Cindirêsê şermezar kir.

Çeteyên dewleta Trik a dagirker, ji bo planên xwe yên qirêj li dijî şêniyên resen pêk bînin, jinên xwe bi kar tînin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku du jinên çeteyan hewldan teqînekê di dikaneke kesekî kurd li çerxereya Kawa a Efrînê de pêk bînin.

29’ê Hezîrana borî jî, jineke dîsa hewl dabûn teqînekê di dikana kesekî kurd li taxa Tilel de pêk bîne.

Li gorî rêxistinê jî, jineke nenas 5 zarokê ji banê avahiyan avêtin, 2 zarok jiyan xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn.

Çeteyan li Şêrewa 4000 pitûk yên nivîskarekî Kurd şewitandin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a bakur Sûrî jî ragihand ku çeteyan mala nivîskarekî kurd li gundê Soxanekê yê Şêrewa talan kir û teqand.

Navndê da zanîn ku çeteyan zêdetirî 4000 pirtûkên ku di pirtûkxaniya nivîskar Merwan Berkat de bû, şewitandin.

Çeteyên dewleta Tirk şûnwarên dîrokî dikolin

Li aliyekî din, çalakvanên Efrînê dîmenek ji talankirina deverê dîrokî yê di navbera gundê Çema û Be’irava yê navçeya Şera de weşand.

Di vî dîmenê de xuya dibe, di encama kolandina çeteyan de ziyanên mezin gihêştine devrê şûnwarî.

Sûcên deleta Tirk û çeteyên wê nirxên mirovahiyê bin pê dike

6 Tîrmeha derbasbûyî, li gundê Firêriyê yê Cindirêsê ji ber berteka şêniyan ji ferzkirina bacayan re, çeteyan êrîşî gund kir, 3 welatî birîndar kirin û hejmarek ji şêniyan jî revandin.

Her weha destdirêjî li jinan kirin û malûmilkên şêniyan talan kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê bi daxuyaniyê, kiryarên çetayan li gund şermezar kir û diyar kir ku çeteyan bi sûcên xwe, pîvanên mirovahî û nirxên exlaqî binpê dikin.

Back to top button