Misir, Urdin û Iraq li ser ewlehiya netewî li hev kir

Li paytexta Misirê Qahîreyê, Misir, Urdin û Iraqê, derbarê mekanîzmaya hevkariyê ya sêalî de civiyan û ji bo parastina ewlehiya netewî ya Ereban nêrîneke hevbeş destnîşan kir.

Li paytexta Misir Qahîrayê, duh Wezîrên Derve yê Misir Samih Şikrî û yê Urdinê Eymen El-Sefedî û yê Iraqê Fûad Hisên civînek pêk anî.

Piştî civînê her sê wezîran kongreyeke çapemeniyê li dar xist.

Ji bo parastina ewlehiya netewî ya ereb nêrîneke hevbeş hat destnîşankirin

Hat gotin ku di civînê de li ser girîngiya parastina ewlehiya herêmê û pêşîgirtina li destwerdanên derve li welatên Ereb hat nîqaşkirin.

Ji bo parastina ewlehiya netewî ya Erebî û gefên derve jî, pêşbîniyeke hevbeş hat destnîşankirin.

Li gorî kongreyê, li ser pêwîstiya çareseriya siyasî ji bo Sûriye û Lîbyayê jî hat teqezkirin.

Back to top button