HPG: Artêşa Tirk bi bombeyên fosfor êrişî qadên gerîla kir

HPG’ê têkîldarî êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da û êşkere kir ku dewleta Tirk bi bombeyên fosfor êrişên li ser qadên gerîla dewam dike. Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 5 gerîlayen ku di sala 2022’an de şehîd bûne, eşkere kir. HPG’ê ji Malbatên şerhîdan û gelê Kurdistanê yê welat parêz re sersaxî xwest.

Tevî erdhej dewam dike û di vê rewşê de HPG’ê hemû çalakiyên xwe yên leşkerî rawestandine, dewleta Tirk êrişên xwe didomîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

HPG’ê got:

“20’ê Sibatê li devera Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê bi çekên fosfor 23 caran hatin bombekirin.

Di heman demê de 17 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

Her wiha HPG’ê bi daxuyaniyekî cuda nasnameya 5 gerîlayên di sala 2022’an de şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê di serî de, sersaxî ji malbatên her 5 şehîdan û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û got:

“Di sala 2022’an de ya ku lehengî û berxwedanên destanî yên mezin pêk hatin, ji bo têkoşîna me ya azadiyê serdemeke girîng bû.

Li hemberî êrişên berfireh ên dewleta Tirk a qirker ku armanca wê tasfiyeya mezin bû, gerîlayên azadiyê jî bi berxwedaneke dîrokî bersiv da.

Hevalên me yên ku ji Xakurkê heta Avaşînê, ji Zapê heta Metîna û Heftanînê her dera Herêmên Parastinê yên Medyayê veguherandine qada berxwedanê û derbên giran li dijmin dane.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayên şehîd wiha ne:

Nasnav: Cemal Maşkan
Nav û paşnav: Mazlûm Alp
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dê: Kejê
Navê Bav: Erdal
Dîrok û cihê şehadetê: 15’ê Mijdara 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Laleş Avesta
Nav û paşnav: Caklîn Alî
Cihê jidayikbûnê: Tirbespiyê
Navê Dê: Hayriye
Navê Bav: Alî
Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Tîrmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Azad Başûrî
Nav û paşnav: Azad Mine
Cihê jidayikbûnê: Ranya
Navê Dê: Xanim
Navê Bav: Mîne
Dîrok û cihê şehadetê: 30’ê Cotmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Xebat Şemzînan
Nav û paşnav: Mesût Tekîn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dê: Necîbe
Navê Bav: Azîz
Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Tîrmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Dilşêr Efrîn
Nav û paşnav: Nûrî Delo
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Navê Dê: Gulistan
Navê Bav: Mûhammed Hasan
Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Tîrmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button