WHO, 35 milyon dolar ji bo Sûrî veqetand

Ji bo rûbirûna vîrûsa coronayê û alîkariyê, Rêxistina Tendurstiyê ya Cîhanî WHO, 35 milyon dolar ji bo Sûrî veqetand.

Ev 35 milyon dolar tenê ji bo Bakur û Rojavayê Sûrî di nav de Idlibê hatiye veqetandin.

Tevî ku NY ragihandibû ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî, pêwîstiyeke lezgîn a pêşkêşkirina alîkariyên mirov û tenduristî heye.

Her wiha NY banga alîkariyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûrî jî kiribû.

Lê Rêxstina Tendurstiyê ya Cîhanî, bêhtirî 5 milyon Sûrî li herêmê Rêveberiya Xweser bi metirsiya vîrûsê re rû bi rû hiştine.

Back to top button