Li Idlibê di topbarana hêzên hikumeta Şamê de 9 kes hatin kuştin

Hêzên Hikumeta Şamê gundê Qoqfîn yê li başûrê Idlibê topbaran kir.
Di êrişên de, 9 kes hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê gundê Qoqfîn ê li herêma Çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê bi moşekan topbaran kir.

Di encamê de 9 karker ku zeytûn berhev dikirin hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku rewşa hin birîndaran giran e, ji lew re dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Balafirgeha Şamê piştî 35 rojan dest bi xizmetê kir

Meha borî balafirên Îsraîlê êrişî balafirgeha Şam ya Navneteweyî kirin.

Di êrişê de 2 karkerên balafirgehê hatin kuştin.

Her wiha balafirgeh ji xizmetê derket.

Îro piştî 35 rojan li ser xebatên sererastkirinê balafirgeha Şamê vegeriya xizmetê.

Back to top button