16 Roj ji erdheja wêranker a li Kurdistanê

Li bakurê Kurdistanê erdhejê rewşa jiyanê aloz kiriye. Jimara kesên jiyana xwe ji dest dayîn 41 hezar derbas kir. AFAD’ê ragihand ku wan xebatên derxistin û lêgerînê bidawî kirine. Koordînasyona Krîzê ya Hatayê seferberî ragihand ku got, Emê bi xwe birînên xwe bipêçin û hesab jî ji berpirsan bixwazin.

Ev 16 rojin şopa kareseta erdhejê li pey xwe hiştî didome.

Xemsariya rejîma deshilat û polîtîkayên qirêj di roja herî bi êş ya welatiyan de xistine meryetê.

Ev yek jî hêrsa civakê ya li dijî deshilatê xurtir dike.

Li gel hêviyan bîlançoya qurbaniyan jî giran dibe.

Jimara kesên jiyana xwe ji dest dayîn 41 hezar derbas kir

Jimara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gihişt 41 hezar û 20 derbas kir.

Birîndar jî bêtirî 150 hezarî ne.

Ji 6’ê Sibatê heta niha 6 hezar û 212 herdhejên biçûk jî pêk hatine.

Ev encamên herî dawî yên ji rewşa ziyana canî ya li bakurê kurdistanê ye.

Koordînasyona krîzê ya hatayê: Em ê hesab bipirsin!

Koordînasyona Krîzê ku ji bo gelê Hatayê seferberî ragihand, diyar kir ku wê bajarê xwe ji nûve ava bikin û hesab ji berpirsyarê felaketa ji ber erdhejê bipirsin.

CHP: Divê piştevaniya amedê ji Tirkiyê re bibe mînak

Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgîn Tanrikûlû û Serokê Bajêr ê Amedê Abdûllah Atîk têkildarî erdheja li Mereşê çêbûyî civîna çapemeniyê li dar xist.

Di civîna li avahiya CHP’ê ya Amede pêk hat de, Tanrikûlû got: “Gelê Amedê di nava xwe de piştevanî nîşan da, divê ev yek ji hemû Tirkiyê re bibe mînak.”

Xebatên lêgerîn û xelaskirinê tê bidawîkirin

Piştî erdhejên ku navenda xwe Mereş bû xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi giranî temam bûn.

Serokê AFAD’ê Yunus Sezer, diyar kir ku tenê li Hatay û Mereşê li hinek noqteyan xebatên xwe didomînin.

Piştî 296 saetan sê kes ji bin kavlan hatin derxistin

Li aliyekê din, hîna hêviyên derxistina kesên sax yên li bin kavilan didome.

Şemiyê jî kesên herî dawî yên ku ji bin xirbeyên avahiyên ku di erdhejê de hilweşiyane hatin rizgarkirin sax bûn.

Di saet 296’an de li navçeya Antakyayê ya Hatayê 3 kesên ku di nav de zarokek jî heye ji bin kavilan hatin derxistin.

Tevî hemû hewildanên bijîşkan jî zarokê rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Xebatên lêgerîn û xilaskirinê di 13’ê Sibatê de li Edeneyê û di 18’ê Sibatê de jî li Dîlok û Amedê temam bûn.

Back to top button