Mihemed Ebas: Îtîlaf bûye amûra pêkanîna armancên dagirkeriya dewleta Tirk

Sekreterê Giştî ya Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas diyar kir ku Îtîlaf wek “muxalefeta neyînî” ye û armancên wê tenê ku axa Sûriyê bifiroşe dewleta Tirk.

Derbarê mijar de Sekreterê Giştî ya Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas ji ajansa Hewarê re axivî û wiha got :

“Serokê Îtîlafa Sûriyê Nesir El-Herîrî beriya niha bang li dewleta Tirk kir ku Minbic û Til Rifeat dagir bike,em vê bangê bi tundî şermezar dikin.

Îtîlafê ew muxalefeteke neyînî ye û wek komek çeteyan ku armancên wan ew e ku axa sûriyê bifiroşe dewleta Tirk.”

Ebas diyar kir ku em wek partiyek siyasî mîna van kiryarên ku çeteyên Sûriyê di bin navê Îtîlafê li ser hesabê pêkhateyên Sûriyê dike,em tu carî qebûl nakin .

Mihemed Ebas di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku komployên dewleta Tirk her roj li Sûriyê zêde dibin û armanca wê ew e ku dagirkeriya xwe di axa Sûriyê de fereh bike.

Back to top button