Kobanê-Amadekariyên festîvala 6. a zarokan tê kirin

Ji bo pêşketina asta zarokan û teşwîq-kirina wan li ser çand û hunerê di bin dirûşma ‘Zarok Hêviyên Pêşeroja Azad in’ amadekariyên Festîvala 6’emîn a zarokan tê kirin.
Festîval dê 1’ê Îlonê li Kobanê were lidarxistin.

Festîval her salê carekê tê lidarxistin.

Îsal jî navenda Çand û Hunera Baqî Xido û Hîlala Zêrîn yên Kobanê amadekariyên festîvala 6’emîn dikin û ji niha ve di nava tevgerê de ne.

Îsal jî, 20 komên şano, helbest, dîlan, stran xwe ji bo beşdariya li festîvalê amade dikin.

Her wiha dê ji gelek deverên herêmê, kom beşdarî festîvalê bibin.

Festîval dê 1’ê meha Îlonê dest pê bike û roja dawî jî xelat li komên beşdar werin belavkirin.

Back to top button