Çavdêrên siyasî: Bi pêngava 15’ê Tebaxê Kurdan gotin em hene

Çavdêrên siyasî yên Hewlêrê derbarê roja vejînê 15’ê Tebaxê de gotin; “15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd şoreşek dîrokî ye, ji ber ku ji cîhanê re hate gotin, em Kurd jî hene.”

Derbarê girîngiya 15’ê Tebaxê de çavdêrên siyasî yên Hewlêrê ji ajansa ROJNEWS’ê re axivîn.

Çavdêrê siyasî yê bi navê Kawe Nadir got:

“Di demek ku dijmin ji bo tinekirina Gelê Kurd govend digerandin, lê dema yekem guleya şoreşê hate teqandin, bi wê guleyê hate gotin ku em Kurd jî xwedî hebûnin û hene.

15’ê Tebaxê bu roja vejîna Gelê Kurd û ji bo bi destxistina mafên Kurdan bû dîrokek şoreşê. Gerîla bû îradeya gelê kurd.”

Çavdêrê siyasî yê bi navê Idrîs Sidîq jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û ev nirxandin kir:

” Şoreşa Tevgera Azadî ya li BakuKrê Kurdistanê tê wateya zindîbûn û vejîna hemû Kurdan. Di demek ku dijmin hewl dida Kurdan tine bikin, lê gerîlayên azadiyê nehiştin. Îro jî gerîlayên Kurdistanê li kuderê pêwîstî hebe, her amadeye diparêze û ji bo azadiya kurdistanê dixebitin.”

Back to top button