Blinken: Mijara endamtiya Swêd a NATO û F-16 bo Tirkiye ji hev cuda ne

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Blinken careke din diyar kir ku pêxistina ronahiya kes bo firotina F-16 ji Enqerê re ji mijara endamtiya Swêdê cuda ye.

Tirkiye di mijara kirîna f-16’an de dixwaze Amerîkayê îqna bike.

Lê dema dibîne ev yek ne hêsane, hewil dide di mijarên daxwazên wê asteng dike de tevger bike.

Piştî endamtiya Fînlandiya bo NATO, niha jî Swêd di rêzê de ye.

Lê Tirkiye dixwaze vê daxwaza endamtiyê bi firotina balafirên F-16 yên Amerîka pêkan bike.

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA’yê Antony Blinken diyar kir ku ti têkiliya firotina balafirên şer ên F-16 a ji bo Tirkiyê ku di rojevê de ye û çira kesk a Enqereyê ya ji bo qebûlkirina Swêdê ya NATO’yê bi hevre nîne.

Blinken ji Euronewsê re axivî û got,

“Em piştgiriyê didin Tirkiyê ku di bernameya F-16’an a pêşketî de cih bigire û F-16ên nû bidest bixe.

Ev mijareke rêveberiya Biden e, bêyî berfirehkirina NATOyê û her tiştê din.”

Li ser pirsa “Helwesta Tirkiyê ya ku berfirehkirina NATO”yê dereng dixe we aciz dike?” Blinken ev bersiv da:

“Tirkiye xwedî berjewendiyên rewa ye.

Ji bo çareserkirina van berjewendî û fikaran rasterast û bi serkeftî bi Fînlandiya û Swêdê re xebitîn.”

Blinken bal kişand ku Fînlandiya di dawiya pêvajoya xebatê de vê hefteyê bi serkeftî tevlî NATOyê bû.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê anî ziman ku ew difikire di lûtkeya NATO YA 11’ê Tîrmehê bê lidarxistin de, Swêd wê beşdar bibe.

Blinken îşaret bi wê yekê kir ku Macaristan û Tirkiye hevalbendên dawî ne ku ronahiya kesk ji endamtiya Swêdê ya NATOyê re nedane.

Blineken anî ziman ku hempîşeyên wî jêre gotine ku ji bo erêkirina endamtiya Swêdê jî ew ê di zûtirîn demê de pêk were.

Enqere: Biden dixwaze lê endamên kongreyê firotina F-16 aloz dikin

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ji li wê yekê mikur hat ku tevî daxwaza rêveberiya Serokê DYA Joe Biden jî di nava Kongresê de astengî bû erêkirina firotina F-16 ji Tirkiyê re tê dayîn.

Back to top button