Lavrov li Enqere bi Çavoşuglo re civiya

Piştî civîna Alîkarên Wezîrên Karên Derve yên Şam, Tehran, Enqere û Moskow, hevdîtinek nû pêk hat.
Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Lavrov serdana Enqerê kir.
Lavrov di civîna çapemeniya de got: Ji bo pêkanîna civîna 4 alî ya wezîran, ew ê demek guncaw diyar bikin.

Ji bo bazarek nû ya li ser xwîna gelê Sûriyê, civîn û pîlanên mezin tên gerandin.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov serdana Enqerê kir.

Ev serdan piştî civîna 3-4’ê Nîsanê ya Alîkarên Wezîrên Karên Derve yên Hikumeta Şamê, Tirkiye, Tehran û Rûsya ya li Moskowê hat.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglû bi hempîşeyê xwe yê Rûsî Lavrov re civiya.

Piştî hevdîtinê jî Çavuşoglû û Lavrov bi hev re derketin pêşiya çapemeniyê û daxuyanî dan.

Di rojeva wezîran de, rojevên korîdora dexlî û mijarên Ukrayna, Sûriye, Azerbaycan-Ermenistan û Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê hebû.

Çavuşoglû diyar kir ku divê hevdîtinên bi rêveberiya Sûriyeyê re bidomin.

Çavuşoglû, ji bo alîkariya Rûsyayê ya di dema erdhejê de spasî kir û ev tişt anî ziman:

“Me got, divê şer tavilê bi muzakereyan bi dawî bibe. Weke Tirkiyê em amade ne ku di vê mijarê de alîkariyê bidin. Em îro têkildarî mijarên herêmên din jî axivîn. Bi taybet jî em li ser Sûriyê axivîn. Em dizanin ku ev pirsgirêk bi yek du civînan çareser nabe lê dê baş bibe ku ev hevdîtin bidomin. Her wiha me dîroka hevdîtina 4 wezîrên karên derve jî nirxand.”

Lavrov: Ji bo civîna wezîran emê dîrokên guncaw diyar bikin

Wezîrê Rûsî Lavrov jî îşaret bi hevdîtinên heta niha pêk tên, kir û wiha got:

Hevdîtinên li ser asta Wezîrên Parastin, Serokên Îstixbarat û cîgirên wez”îran ji bo pêvajoya asayîbûnê bi serê xwe destkeftiyek e.

Em ê ji bo civîna wezîran dîrokek guncaw diyar bikin.”

Back to top button