Nûnerê NY Kubis ji bo hêsankirina hilbijartina li Lîbyayê bi Hefter re civiya

Nûnerê NY tabet ji bo Lîbya Jan Kubis li Bîngazî bi fermandarê Artêşa Nîştîmanî Xelîfe Hefter re civiya.

Civîn li navenda biryargeha artêşa Nîştîmanî ya li Bîngazî pêk hat.

Nûnerê NY taybet ji bo Lîbya li ser civînê daxuyaniyek da û wiha got:

Ji bo hilbijartina 24’ê Kanûnê ku wê li welat pêk were nîqaş hatin kirin.

Bal hat kişandina li ser girîngiya van hilbijartinan û pabendbûna bi encamê wê re.

Her wiha biryara agirbestê ya 23 Cotmeha 2020’an hate bibîrxistin û ji bo derxistina hêzên biyanî û kirêkirî ji welat hat nîqaşkirin.

Kubis doh bi Serokê Dîwana Bilind ya Hilbijartinê ya Lîbya Îmad Es Sayîh re jî li ser hilbijartina ku wê dawiya 2021’an pêk were axivî.

Nunerê NY li ser xebatên ji bo amadekariyên hilbijartinê agahî wergirt.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di encama civîna 5’ê Sibatê li Cenevê hate lidarxistin de hikumeta demkî ya Lîbya hatibû hilbijartin.

Ev hikumet wê heta hilbijartina 24’ê Kanûnê welat bi rêve bibe.

Back to top button