Fransa: DAIŞ xwe bihêz deke, divê têkoşîna dijî wê bê xurtkirin

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly hişyariya zîndibûna DAIŞ’ê da û got:

Çeteyên DAIŞ’ê careke din xwe bihêz dike û li dijî vê pêwiste di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de, şer bê kirin.

Parlamenterên Fransî ji welatên Rojavayî xwestin ku welatiyên zarok ên li kampên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bistînin.

Parlamenteran xemsariya welatê xwe ya li ser mijara zarokan jî rexne kir.

Çeteyên DAIŞ’ê di nava bêdengiya cîhanê de careke din xwe komî ser hev dikin.

Ev yek ji niha de bi xwere metirsiyek mezin daye avakirin.

Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly di derbarê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de axivî û got:

Di nava Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞ’ê de Fransa welatê herî mezin yê duyemine.

Ji ber wê, me firokeyên xwe bi awayekî daîmî li Urdinê bicîh kirine da ku bi rêya komkirina wêne, zanyariyên îstîxbaratî û pêkanîna êrîşan, xizmeta Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞ’ê bikin.

Her wiha Parly dazanîn ku ji ber têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hîn xurtir birêve biçe wan keştiya bi froke şandine hermê.

Li gorî me girîng û pêwîst e di çarçoveya vê Hevpeymaniyê de li ser şerê dijî terorê dewam bin.

Ev di demekê de ye ku doh Fransayê keştiya “Charles de Gaulle” ji bendera bajarê Toulonê ber bi sînorên avî yên Kendavê xist tevgerê daku beşdarî şerê dijî DAIŞ’ê bibe.

Wezîra Parastinê ya Fransa sedemê şandiyan keştiyê ji herêmê re jî bi zindibûna DAIŞ’ê ve girêda.

Parlamenterên Fransî xwestin ku zarokên çeteyan werin standin

Li aliyekî din, di kampên bakur û rojhilatê Sûrî de jî malbatên DAIŞ’iyan metirsiya zindîbûnê zêdetir dike.

Tevî gelek caran bang hate kirin jî welatên Ewropî ji bo ku welatiyên xwe yên çeteyên DAIŞ’ê û zarokên wan bistîne tiştekîn nake.

Yek ji van welatan jî Fransa ye ku 200 zarok ên welatiyên wî li van kampanin.

Parlamenterê Fransî Pîerre Laurent û Senatorê Komunîst Pîerre Moral- A- L’Huîssîer bang li hikûmeta welat kir ku bi kêmanî zarokên çeteyan ku welatiyên Fransa ne bistînin.

Wekîlan ji hikûmetê re name şandin û jî parlamenteran xwestin ku li ‘berjewendiya’ zarokên wan were fikirandin.

Fransa heta niha 35 zarokên welatiyê xwe ji kampan girtine.

Back to top button