DYA bi awayekî fermî li peymana Avhewa ya Parîsê vegeriya

DYA bi awayekî fermî li peyamana Avhewa ya Parîsê vegeriya.

Yek ji sozên rêveberiya serokê DYA Joe Biden ya di dema dewirgirtina erêkê serokatiyê de dayî, vegera li peymana Avhewa ya Parîsê bû.

Wezîrê Karê Derve yê DYA Antony Blinken bi daxuyaniyeke nivîskî vegera welatê xwe li peymanê ragihand.

Blinken diyar kir ku di civînên dualî û piralî de jî wê mijara avhewa bêxin rojevê û wiha got:

Ji niha û pêde, mijara avhewa wê qet nebe ji rojevên asayî.

Di polîtîkayên hindir û derve de wê ev yek bibe mijara me ya herî sereke.

Blinken dazanîn ku wê Biden beşdarî lutkeya lîderan di 22’ê Nîsanê de pêk were.

Nûnerê DYA taybet bi Avhewayê John Kerry di konfransa Munîh de axîvî û got:

Beriya 3 salan zanyaran ji mere anîbûn ziman ku ji bo xelasbûna ji encamek herî xerab 12 sal hene.

3 sal derbas bûn û 9 salên me mane.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres jî daxuyakirin ku wê aboriya keskahiyê zêdetir kar bide çêkirin û herî zêde wê ciwan ji vê yekê sudê bibînin.

Serokê berê yê DYA Donald Trump, Hezîrana 2017’an ragihand ku wê ji peymanê vekişe.

4’ê Mijdara 2019’an jî bi awayekî fermî ji peymanê vekişiya bû.

Back to top button