‘Mafparêz wê li ber zextan serî netewînin’

Tora Piştevaniyê ya Maf-parêzan, ji bo berdana kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin, bang kir û got, ku maf-parêz, tu car serî li ber zextan natewînin.

Tora Piştevaniyê ya Mafparêzan, li ser operasyonên qirkirina siyasî yên navend Amed, daxuyaniyeke nivîskî da.

‘Operasyon bi armanca qirkirina siyasî ye’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku operasyon destwerdanek e li hilbijartinên adilane û demokratîke, nabe ku mirov qebûl bike.

Armanckirina hiqûqnasên wê li dijî kirinên li der-yasayî û binpêkariyan di hilbijartinan de têbikoşin, kedkarên çapemeniyê ku wê rastiyê derbixin holê.

Ji daxuyaniya Wezîrê Karê Navxweyî ya li ser vê mijarê, sedemên polîtîk ên operasyonê diyar dibin.

Banga ji bo berdana binçavkirinan

Em ÎHSDA, sûcbarkirina mafparêziyê bi awayekê li dijî zagon û rêgezên gerdûnî, bi tu awayî qebûl nakin.

Bila mafparêzên hatine binçavkirin demildest bên berdan.

Mafparêz wê tu car serî li ber van zextan netewînin û dev ji têkoşîna li dijî binpêkariyan bernedin.

Back to top button