Şêx Dilêr: Divê parlamentoya Başûr li dijî PDK’ê bi erka xwe rabe

Li dijî van êrişan û hevkariya PDK’ê ji Başûrê Kurdistanê jî nerazîbûn hatin nîşandan.
Rûspiyê Silêmaniyê Şêx Dilêr Qeredaxî ku di heman demê de birayê alîkarê serokwezîrê Başûrê Kurdistan Şêx Cafer e dibêje:
“Divê PDK bi dijmin neyê xapandin û li dijî PKK’ê şer neke.”
Çavdêrê Siyasî û Rojnameger Kemal Reuf jî anî ziman ger PDK ji ya xwe danekeve wê gelên Başûr li hemberê xwe bibîne.
Şêniyên Şêladizê jî li dijî êrişan daketin qadan.

Piştî êrişan bertekên tund ji aliyê siyasetmedar û rusipyên Başûrê Kurdistanê ve li dijî hevakriya PDK’ê derketin.

Rûspiyê Silêmaniyê Şêx Dilêr Qeredaxî ku di heman demê de birayê alîkarê serokwezîrê Başûrê Kurdistan Şêx Cafer e, li dijî vê êrişê dilgiraniya xwe anî ziman.

Şêx Dilêr Qeredaxî got:

“Ez û eşîra xwe teqez ji vê rewşê dilgiran in, kesên niha di êniya şer de şer dikin zarokên kurdan e.

Nabe Kurd di vê pêvajoya hesas de li dijî hev şer bikin; berovajî wê divê bibin yek.”

Şêx Dilêr da zanîn eger Bakur, Rojava û Rojhilat têk biçin wê Başûr jî têk biçe û piştrast kir tekane armanca dijmin tunekirina kurdan e.

Di dawî de Şêx Dilêr bang li parlamentoya Başûrê Kurdisan, partiyên siyasî û civakî kir ku li dijî hevkariya PDK’ê rapin ser piyan, bersivek tund bidin PDK’ê da ku nekeve xefika dewleta Tirk.

Kemal Reûf: PDK bi agir dilîze wê gelê başûr li dijî PDK’ê rabe

Çavdêrê Siyasî û Rojnameger Kemal Reuf jî li dijî van êrişan nerazîbûn nîşan da.

Kemal Reuf diyar kir ger PDK di vî şerî de cih bigre, bi agir dilîze û tekez kir wê ciwan û xelkên Başûrê Kurdistanê wê li gel PKK’ê û bibin û li dijî PDK’ê şer bikin.

Şêniyên Şêladizê li dijî êrişan û hevkariya PDK’ê daketin qadan

Şêniyên Şêladizê jî li diji êrişên dagirkeriya Tirkiye derketine qadan.

Back to top button