Sedema qedexeya hevdîtina bi Ocalan re DMME ye

Doh Dadgeha Înfazê ya 2. a Bûrsayê 6 meh qedexeya hevdîtinê danîn ser parêzerên Rêber Ocalan û sê girtiyên li Îmraliyê.
Piştperdeya vê qedexeyê jî diyar bû.
Hate zanîn ku sedema qedexeyê “Nexşerêya” ku Ocalan di navbera salên 2005û 2009’an de pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) kiribû ye.
Parlementerên HDP’ê jî tecrîd û qedexekirina hevdîtina parêzeran ji wezîrê Dadê yê Tirkiyê pirsîn.

 

Dadgeha Înfazê ya 2. a Bûrsayê, li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê yê Bûrsayê, 6 meh qedexeya hevdîtinê danîn ser parêzerên Rêber Ocalan, Omer Xeyri Konar, Weysi Aktaş û Hamili Yildirim ên li Girtîgeha Îmraliyê.

Dadgeriyê li ser daxwaza dozger li Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê hevdîtina bi parêzeran re qedexe kir.

Hat hînbûn ku biryar di 23’ê Îlonê de hatiye girtin.

Sedema biryarê hat fêrbûn.

Li gorî agahiyên hat bi destxistin, li ser daxwaza Dozgerê Komarê yê Bûrsayê li gorî xala 59’an a jimara Zagona 5275’an, biryar hatiye girtin.

Hinceta biryarê jî qedexeya parêzeran a li ser Ocalan û 3 girtiyan ku di salên 2005 û 2009’an de hat birîn û “Nexşerêya” ku Rêber Ocalan 2009’an de pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû ye.

Ocalan Nexşerêya ku ji 156 rûpelan pêk dihat ji DMME re pêşkêş kiribû.

Bi vê biryarê ji 20’ê Tîrmeha 2016’an heta niha 5 carin hevdîtina parêzeran a çûyîna îmraliyê hat qedexe kirin.

Parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta 8 salan bi hincetên cuda hatibû qedexekirin û asteng kirin.

Parêzer piştî 8 salan û piştî çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên girtîgehan di 2’ê Gulana 2019’an de çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin.

Dema bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê, 16’ê Gulana 2019’an Wezîrê Dadê Ebdulhemîd Gul, têkildarî qedexeya hevdîtinan, diyar kiribû ku qedexe hatine rakirin û derfetên hevdîtinê hatine dayîn.

Piştre parêzer di 2- 22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîran û 7’ê tebaxa 2019’an 5 caran çûbûn Îmraliyê.

Ji hevdîtna dawî heta niha parêzeran 107 caran serlêdan kirin, lê hemû serlêdanên wan hatin redkirin.

HDP’ê tecrîd û qedexeya parêzeran a ji bo Îmralî ji wezîrê dadê pirsî

Parlamenterên HDP’ê têkildarî qedexeya hevdîtina parêzeran a ji bo Rêber Ocalan û sê girtiyên li cem wî ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsîn.

Parlamentera HDP’a ya Amedê Remziye Tosûn û Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca derbarê tecrîdê û qedexeya li pêşiya parêzeran pêşniyazpirsên cuda dan Wezîrê Dadê Abdulhamî Gul.

Parlementeran xwestin pêşniyazpirsên wan werin bersivandin.

Back to top button