“Em sûcên Tirkiyê li beramberî hevşaredarên Bakurê Kurdistanê şermezar dikin”

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jînegehê ya herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk li beramberî hevşaredarên Bakurê kurdistanê şermezar kirin.

Daxuyanî bi beşdariya endamên Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo û ‎endamên Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo û Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ve ‎hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dewleta Tirk qeyûman li şûna hevserokên şaredariyan ên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin tayîn dike.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navdewletî û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku li li beramberî siyasetên AKP û MHP’ê bisekinin.

Back to top button