Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 73. de didome

Serhildanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê şevê din jî berdewam kir.
Tevî gefên dewleta Îranê jî gel careke din bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ li qadan bûn.
Li aliyê din di encama êrişên hêzên dewletê de heta niha 450 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Serhildana ji bo mafê jinan û azadiyê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 73. roje didome.

Tevî êriş û girtinên hêzên dewleta Îranê jî gel careke din bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li qadan bû.

Gel bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li qadan e

Piştî êrişên hêzên dewletê li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Tehran, Esfehan û gelek deverên din gel daketin qadan û êriş şermezar kirin.

Di çalakiyan de welatiyan bi dirûşmeya ‘Tehran bibe Kurdistan, wê Îran bibe gulistan’ balkişandin ser serhildanên ku hatine li darxistin.

Li aliyê din, ciwanên azadî êrişî baragehên hêzên Besîcan kirin û ew dan ber agir.

Xwandekarên li Rojhilat û Îranê jî bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî dewleta Îranê li qadan bûn.

Rêberê Olî yê dewleta Îranê Elî Xamênêyî çalkger weke dijmin binav kir

Li şûna ku desthilat guh bide daxwazên gel, rêberê olî yê dewleta Îranê Elî Xamênêyî di komcivîneke Besîcan de gel weke dijmin bi nav kir û diyar kir ku divê bi tundiyê bên rawestindin.

Bi vê daxuyaniyê re, metirsiya pêkanîna komkujiyan zêdetir dibe..

Li aliyê din, Rêxistina mafê mirovan a Îranê bilençoya dawî eşkere kir..

Di êrişên dewleta Îranê de 450 kesan jiyana xwe ji dest dane

Li gorî Rêxistinê, bi giştî 156 navçe û bajarên Îran û Rojhilat gel beşdarî serhildanê bûye.

143 zanîngeh bi boykot, grev û rawestandina perwerdeya, xwendekar beşdarî çalakiyan bûne.

Ji ber êrişên hêzên dewletê, heta niha 63 jê zarok bi giştî 450 hemwelatî hatin kuştin..

Her wiha 18 hezar û 173 kes jî hatin girtin, lê tenê nasnameyên 3 hezar û 332 kesan hatine eşkerekirin.

Back to top button