HPG: Gerîlla bi operasyona şoreşgerî rabû

Gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk bi operasyoneke şoreşgerî rabûn.
Di encamê de 11 çeper hatin rûxandin û herî kêm 31 leşker hatin kuştin.
HPG’ê ragihand ku 4 gerîllayên wan jî bi awayekî fedaî şer kirin û di operasyonan de şehîd bûn.Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîllayên li dijî hêzên artêşa Tirk operasyoneke şoreşgerî pêk anîne.

Navendê ragihand ku gerîllayên wan ev operasyona bi boneya pêşwazîkirina salvegera damezrandina PKK’ê lidar xistin û got:

Gerîllayên azadiya Kurdistanê salvegera 44’an a damezrandina PKK’ê silav dikin.

Ji bo tola gerîllayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne.

Ji bo tola gelê me ê ji aliyê faşîzme Tirk ve tê kuştin, gerîllayên me bi operasyonele şoreşgerî rabûn.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama operasyonê jî ev agahî dan:

HPG: Di Operasyonên şoreşgerî de 31 leşker hatin kuştin

Li herêma Zapê 25’ê Mijdarê hêzên dagirker li qada Saca ketin kemîna gerîlla.

Di encamê de leşkerek hat kuştin.

Heman rojê li Qada Çemço jî bi lêdana çekên giran 4 leşkerên din hatin kuştin.

17’ê Mijdarê jî li Girê Amediyê, gerîlla ji 2 baskan ve li hêzên dagirker dan.

Di encamê de 4 leşker hatin kuştin.

Roja 25’ê Mijdarê jî li qada Girê Cûdî li dijî hêzên artêşa Tirk operasyoneke şoreşgerî hat destpêkirin.

Gerîlla ji 7 milan ve bi ser çeperên hêzên dagirker de girtin.

Di encamê de 10 çeper hatin rûxandin û 17 leşker hatin kuştin.

Hevrêyên me Heqî û Medya jî heta kêliya dawî mîna fedayîan şer kirin û şehîd bûn.

25’ê Mijdarê li Qada Girê FM jî gerîlla ketina nava çeperên artêşa Tirk.

Li vir jî 2 leşker hatin kuştin.

Gerîlla Eylem jî bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Li Qada Girê Hekkarî jî 26’ê Mijdarê li dijî hêzên dagirker operasyoneke şoreşgerî ya mezin destpêkir.

Di vê operasyonê de hejmareke zêde a leşkeran hatin kuştin.

Her wiha gelek çek û cebilxane jî ketin destê gerîlla.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku ew ê di rojên pêşî berferehiya operasyonê eşkere bike.

Têkildarî herêma Xakûrkê jî HPG’ê ev agahî dan:

26’ê Mijdarê li qada Girê Şehîd Axîn, gerîlla bi çekên giran li hêzên dagirker dan.

Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

Back to top button