26. Kongreya Rêxistina Enternasyonal a sosyalîst

Di 25-26 Mijdarê de di bin dirûşmeya ‘Sosyalîzim Tê’ Kongreya 26’an a Rêxistinên Soayalîzma Navdewletî ku PYD’ê jî tê de cih digre hate lidarxistin.
Encamnameya civînê eşkere bû ku tê de hat gotin, divê êrişên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirina kurdan bi dawî bibin.

26’emîn Kongreya Rêxistina Enternasyonal a Sosyalîst ku du rojan dewam kir, li paytexta Spanyayê Medrîd hate lidarxistin.

Di kongreyê de şandeyeke PYD’ê ku ji Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah û Nûnêrê PYD’ê li Yûnana û Balqanan Dr. Îbrahîm Mislim pêk dihat amade bûn.

Kongre bi hilbijartina serokwezîrê Spanyayê û serokê Partiya Karkerên Sosyalîst Pedro Sánchez, wekî serokê rêxistinê û derketina encamnameyê bi dawî bû.

Di encamnameyê de qale êrişên dewleta Tirk li ser gelê kurd jî hat kirin û hat gotin:

“Şerê domdar ê li ser gelê Kurd derbasî qonaxeke dîrokî ya metirsîdar bûye ku gefê li hebûna wê dixwe…

Netewa Kurd karîbû DAIŞʹê li Kurdistana Iraqê û Rojava têk biriba, lê îro bi şerekî re rû bi rû ye û armanc jê qirkirina gelê Kurd e.

”Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd ya mafên wan yê rawa de”

Rêxistina Enternasyonal a Sosyalîst rêxistineke aştî û demokrasiyê ye, ji ber vê yekê em piştgiriyê didin gelê Kurd di têkoşîna wê ya mafên wê yê rewa de.”

”Divê şerê leşkerî, çandî û aborî yê li dijî Kurdan were rawestandin”

Her wiha di encamnameyê de banga rawestandina şerê leşkerî, çandî û aborî yê li dijî Kurdan hate kirin û wiha hate gotin:

”Êrişên li ser Rojava rê dide ji nû ve zindîkirina DAIŞ’ê”

“Em bang dikin ku tavilê hemû operasyonên leşkerî yên Tirkiyê werin rawestandin, ev êriş rê dide DAIŞ’ê ku xwe ji nû ve birêxistin bike.

Çareserî bi diyalogên siyasî pêkan e.”

Şandeyek PYD beşdar Kongreya Rêxistina Sosyalîzma navdewletî bû

Back to top button