Piştî navberekê, carke din danûstandinên peymana nukleerî ya Îranê despê kir.
Doh ji bo vegerandina peymana nukleerî ya 2015`an, li Dewhayê danûstandinên neyekser di navbera Tehran û Washingtonê de dest pê kirin.
Berpirsê siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borrell piştrast kir ku danûstandinên DYA-Îranê bi navbeynkariya Ewropayê dest pê kirine û got,
Elî Baqirî ku berpirsê danûstandinên nukleerî yên Îranê ye bi nûnerê YE`yê Enrique Mora re li Dewhayê, civiyaye.
Li gorî tora El-Erebiyê, duh sêşemê ji bo vejandina peymana nukleerî ya sala 2015`an hatiye îmzekirin, danûstandinên neyekser di navbera aliyan de pêk hatiye.
Îranê 2015’an de bi 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya NY (Brîtanya, DYA, Çîn, Fransa, Rûsya) û Almanyayê re li ser bernameya nukleerî peyman îmze kiribû.
Gulana 2018’an di serdema Serokê berê yê Amerîka Donald Trump de, welatê wî bi awayekî yekalî ji peymanê vekişiyabû.