QSD: 24 çete hatin kuştin û 2 wesaît hatin teqandin

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encama şerê 24 saetên dawî ya Berxwedana Rûmetê ku dijî dewleta tirk a dagirker tê meşandin eşkere kir.
QSD’ê diyar kir ku di encama parastina mafê rewa de zêdeyî 24 çete hatine kuştin û 2 wesaîtên leşkerî hatin teqandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encama şerê 24 saetên dawî yên Berxwedana Rûmetê ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê tê dayîn, bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.

QSD’ê têkildarî şerê li êniyan ev agahî parvekir:

Li Eniya Til Temirê

Artêşa Tirk dagirker û çeteyên girêdayî wê êrîş birin ser gundê Dibs û herêmên nêzî Menacîr, Leylan, Menax û Feyseliyayê.

Şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan dan û hejmarek ji çeteyan hatin kuştin.

Li Êniya Zirganê

Komên çete danê sibê êrîş birin ser herêmên sîvîlan.

Şervanên QSD’ê bersiv dan û çeteyên li derdora gundên Ing el-Hewa û Til Mihemedê hedef girtin.

Di encamê de hejmarek ji çeteyan hatin kuştin û birîndar bûn, lê belê agahiyên zelal nehate bidestxistin.

Li Êniya Eyn Îsayê

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete bi hêzeke mezin êrîşî gundên Tibêna, Xirbet Kerem, Bîr Elîsa, Gor Huseyînê kirin.

Şervanên QSD’ê yekser bersiva êrîşan dan û di encamê de hejmarek ji çeteyan hatin kuştin.

Li gundên Genteriye, Mesûdiyê, Al-Aslimê jî piştî êrîşa çeteyan, di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên dewleta Tirk de şer qewimî û nêzî 2 saetan dewam kir.

Derbarê kuştî û birîndarên dagirkeran de agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.

Navenda ragihandina QSD’ê diyar kir ku di encama şer û berxwedaniya giştî ya rojê de 24 çete hatin kuştin, 10 birîndar bûne û 2 wesaîtên leşkerî jî hatin teqandin.

QSD’ê da zanîn ku di encama van êrîş û berxwedanê de 3 şervanên QSD’ê şehîd û 4 şervanên QSD’ê jî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button