Tabûra Enternasyonalîst: Em ê xwedî li têkoşîna wê derkevin

Endama MK a Partiya Komunaran a Şoreşger/Birlik Ceren Guneş (Ozge Aydin) di berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.
Fermandariya Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst Ceren Guneş bîr anî û diyar kir, “Em ê destûrê nedin dagirkeran.”

Fermandariya Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst der barê şehadeta endama Partiya Komunaran a Şoreşger/Yekîtî MK Ozge Aydin, bi nasnav Ceren Guneş de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ceren Guneş 4 salên derbasbûyî di hemû eniyên şer de cih girtiye, li Minbic û Reqayê şer kiriye û weha hat gotin:

“Ew newestiya, ne sekinî. Di kêliyên herî dijwar ê şer de jî coşa şoreşgerî her tim li rûyê wê yê bi ken bû. Çawa ku bi wêrekî her tiştên sîstemê red kir û tevlî şoreşê bû, di pratîka xwe ya şer de jî wêrek bû.”

Fermandariya Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst diyar kir ew ê bi ti awayî destûrê nedin dagirkeriyê û li êniya şer ya Ceren Guneş têkoşîna xwe bidomînin û xwedî li xeyalên wê derbikevin.

Leave a Reply

Back to top button