Wezîrê Edaletê Marco Buschmann li ser navê hikumeta Alman derbarê êrişên li dijî Rojava de axivî.
Marco Buschmann ev êriş weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî pênase kir.
Marco Buschmann diyar kir ku di van êrişan de sivîl; jin û zarok hatin kuştin û got:
“Dewleta Tirk binesaziyên jînwaran bombebaran kir.
Tirkiye bi van êrişan hiqûqa navnetewî binpê kiriye.”
Buschmann: Divê heremên sivîl neyên bombebarankirin
Wezîrê Edaletê Marco Buschmann eşkere kir ku ji aliyê mirovî ve mijara hiqûqa navnetewî zelal û eşkere ye.
Divê tu carî cihên sivîlan neyên hedefgirtin û êrişkirin.
Divê binesaziyên sivîl jî neyên bombebarankirin.
Heke êrişên bi vî rengî çêbibin, ev yek dê ji aliyê mirovahiyê ve tê wateya binpêkitina zagonên navnetewî.”