Yek jî nûnerê Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê Îbrahîm El Telac piştgirî da pêngava cîhanî ya li dijî tecrîdê û got: “Ev pêngav bersiva gelan a li hemberî komploya navneteweyî ye.”
Îbrahîm El Telac piştgiriya xwe bi pêngavê re anî ziman û got:
“Fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji pirsgirêkên navneteweyî re çareserî ye.
Li dijî pergalên kapîtalîst pergala demokratîk e.
Pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bersiva gelan a li hemberî komplo ya navneteweyî ye.”
Îbrahîm El Telac di dawî de diyarkir ku wê têkoşîna wan a li dijî tecrîdê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewam bike.
Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî”