MSD: Pergala Rêveberiya Xweser li dijî hişmendiya tundrew çareserî ye

MSD’ê bi boneya salvegera 6’an a rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ′ê peyamek weşand û got: “Rêveberiya Xweser ezmûna avakirinê ye ku hêviyên gelê Sûriyeyê bi cih tîne.”

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya savlegera rizgarkirina Reqayê peyamek weşand.

MSD′ê şehîdên pêngava rizgarkirina Reqayê bi bîr anîn û rizgarkirina Reqayê li QSD’ê YPJ’ê û hemû gelên heremê pîroz pîroz kir û got:

“Berdêla pêngava dîrokî ku bi rizgarkirina Reqayê tacîdar bû.

Bi rizgarkirinê re avakirina civakî û avahîsazî bi hev re bi rêve çûn û îsbat kirin ku keç û xortên Reqayê dikarin rêveberiyê bikin û destkeftiyên xwe biparêzin.”

MSD’ê balkişand li ser modela Rêveberiya Xweser û ev tişt anî ziman:

“Divê em pergala Rêveberiya Xweser binirxînin ku li dij tundrawiyê ye û banga hevbeşî û wekheviyê dike.

Em dibînin ku ev rêveberî ezmûnên avakirinê ye û hêviyên gelê Sûriyeyê di avakirina Sûriyeyeke nû ya bêy tundraw û despotiyê de bi cih tîne.”

Back to top button