Wezaretên çandiniyê yên Îraq û Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş bang li dewleta Tirk a dagirker kirin ku birîna darên daristanên herêmên Behdînanê yên Başûrê Kurdistanê rawestîne.
Di daxwiyaniyeke hevbeş a wezaretên Çandiniyê yên Îraq û Başûrê Kurdistanê de, birîna darên li navçeya Behdînanê ya ser bi Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin.
Wezaretan kiryarên dewleta tikr weke kiryarên dijminane li dijî xweza û hawîrdora Iraqê û Başûrê Kurdistanê pênasekir û got:
“Em van kiryarên “neşaristnî şermezar dikin, bi rêka şîrketa xwezeya Iraq û Başûrê kurdistan tê talankirin.
Her du Wezaretan banga girtina tedbîrên bilez û guncew ji bo rawestandina wan kiryaran kir.”
Her wiha wezaretan bang li Neteweyên Yekbûyî(NY) û rêxistinên navneteweyî kir ku bi wan re hevkar bin da ku çareserî ji van kiryarên neberpirsyar re bibînin.