Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê piştî operasyonên binçavkirinê duh civînek berfihre pêk anîn.
Desteyê peyama geşkirna berxwedanê da û got:
“Heta ku HDP hebe wê hêviya ji bo edalet, demokrasî û azadiyê herdem geş be û li ser pêya be.
Û em ji faşîzmê re dibêjin vaye meydan!”
Desteyê daxuyakirin ku wê bi hevre demokrasî û edaletê bînin welat.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî operasyonên binçavkirinê û geşedanên dawî duh civiyabû.
HDP’ê îro daxuyaniyek nivîskî weşand û bal kişand ser operasyonên li dijî siyasetmedar û şaredariyên wan.
Di daxuyaniya bisernavê “Li dijî faşîzmê berxwedan, ji bo welat demokrasî û edalet!” de wiha hat gotin:
“Deshilat dixwaze hêzên têkoşîna demokratîk bihelîne.
Ji bo ev hêzên demokrasiyê neyên gel hev, desthilatê her cûre amûrên bîrdozî û zor xistiye dewrê.
Di serî de bi ser partiya me HDP’ê de tên.
Dixwaze sazî û rêxistinên muxalîf ji holê rake.”
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê êrîşên li dijî endam û rêveberên xwe weke dij-hiqûqê binav kir û ev tişt anî ziman:
“AKP-MHP dixwazin welat ber bi tarîtiyê ve bibin.
Em hê jî bi bawerin li dijî faşîzmê vebijêrka demokrasî û azadiyê mimkin e.”
Desteyê balkişand li ser girîngiya asta civîna ku doh pêk anine û wiha dewam kir.
Desteya Rêveberiya Navendî ya me li dijî êrişên faşîzmê yên sînor nas nakin, bi girîngiyek dîrokî û hişmendî civiyaye.
Di civînê de hat destnîşan kirin ku li dijî pêla êrişên li ser têkoşîna gelê kurd û gelên Tirkiyê ya demokrasî û edaletê hatiye destpêkirin dê têkoşîna azadiyê bilind bibe û ev yek wê nexşerêya serdema pêşiya me be.”
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê: Em ji faşîzmê re dibêjin vaye meydan
Desteyê diyarkir ku wê hûrguliyên vê civînê di rojên pêş de bi raya giştî re were parvekirin daxuyaniya xwe bi vê bangê bidawî kir:
Heta ku HDP hebe wê hêviya ji bo edalet, demokrasî û azadiyê geş be û li ser pêya be.
Û em dibêjin vaye meydan!
Em ê li dijî faşîzmê li ber xwe bidin.
Em ê bi hev re demokrasî û edaletê bînin welat.