Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihandin ku hêzên wan di 21’ê Cotmehê de li bajarê Qamişlo bikarhênerek û belavkarekî madeyên hişbir girtin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
” Hêzên me piştî şopandineke demdirêj û berhevkirina dosyayan, li taxa Qenat el Siwês li ser mala belavkarê hişbirê de girt.
Di sergirtinê de 70 parên gramek krîstal, û 16 hebên hişbirê hatin desteserkirin.”
Hêzên ewlehiyê dazanîn ku belavkarê madeyên hişbir di çarçoveya lêpirsîna xwe de li xwe mikur hat ku di berdêla pereyan de madeyên hişbir bikar aniye û difroşe.
Hêzên Ewlekariyê di dawiyê de bang li hemû gelan kirin ku hevkariyê bi wan re bikin da ku
ev nexwaşiya ku li ciwanan bandor dike ji holê rakin.



