“Rewşa şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber ambargoyê zehmet bûye”

Tevî rewşa zehmet ku herêm tê re derbas dibe, ambargo jî bi ser de, rewş zehmetir kiriye.. Em behsa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin ku niha ji aliyê Hêzên hikumeta Şamê ve hatine dorpêçkirin. Hevserokê Meclisa Giştî ya her du taxan Mihemed Şêxo dibêje, “Rewş ne baş e û niha 150 hezar şênî ji sotemeniyê bêpar in û ev yek wê qeyraneke mirovî bi xwe re bîne.” 

Bi ser rewşa kambax a heyî de, Hikumeta Şamê zêdeyî 6 mehan e ambargo li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sepandiye..

Vê yekê barê şêniyan duqat kiriye, rê li pêşiya dabînkirina pêdiviyên sereke yên şêniyan girtiye û bûye sedema gelek pirsgirêkan, jê jî tunebûn û buhabûna sotemeniyê..

Li ser mijarê, Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo, sedem û encamên vê pirsgirêkê anîn ziman.

Şêxo diyaloga Sûrî-Sûrî, çareseriya bingehîn a vê pirsgirêkê dît.

Tevî vê rewşê û ev qas zehmetî jî, mîna ku Mihemed Şêxo jî diyar kirî, Meclisa Giştî ya van taxan hewl dide azarên şêniyan sivik bike û heta jê tê dixebite ji bo ev qeyran bi dawî bibe.

Back to top button