Şandeya rewşenbîrên Başûr serdana PADÊ kir

Şandeyek ji nivîskar, rewşenbîr, parasvanên mafên mirovan, parazvanên mafên jinan û rojnamevanên Başûrê Kurdistanê Serdana PADÊ kir.

Şandeya Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê ji bo rewşa Şengalê ji nêz ve bişopînin ji duh ve li Şengalê ye.

Şande îro serdana Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) kir û ji aliyê hevserok û endamên rêveberiya PADÊ ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de, şandeyê piştgirî da daxwazên xelkê Şengalê û berxwedana wan a li dijî peymana di navbera PDK û Bexdayê de, silav kir.

Tê payîn, şande îro piştî nîvro serdana Asayîşa Êzidîxanê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê-YBŞ’ê bike.

Duh jî şande serî li çalakiya konê berxwdanê dabû.

Back to top button