”Rêxistinên Navneteweyî li hember sûcên Tirkiyê bêdeng in”

Endama Koordînasyona Kongra Star sûcên destdirêjiya jin û zarokan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li deverên dagirkirî şermezar kir û destnîşan kir ku wan ew sûc belge kirine û şandine rêxistinên navneteweyî û yên jinan; lê belê ew rêxistin bêdeng in.

Berpirsên Tirk û serçeteyên wan destdirêjî li 3 mamosteyên dibistaneke Cerablusa dagirkirî kir.

Her wiha serçeteyekî “Ceyş El Şerqiye” gefa destdirêjiyê li keçên welatiyekî navçeya Cindirêsê xwar heke pere nede wan.

Endama Koordînasyona Kongra Star Elîf Mihemed diyar kir ku di Tîrmeh û Tebaxê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker destdirêjî li zêdetirî 20 jin û 5 zarokên keç kirine.

Elîf da zanîn ku rêxistinên navneteweyî û yên jinan li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên Efrînê bêdengin û got:

“Me gelek sûc belge kirin û bi rêya Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn – Sûriye ji bo wan şandin, lê belê dîsa jî bêdeng man.”

Back to top button