Li ser riya Zirgan-Til-Temirê erebeyek hat hedefgirtin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didomînin. Dagirkeran îro careke din êrişî herêmên Şehba û Til Temirê kirin. Li ser rêya Til Temirê û Zirganê wesayîteke sivîlan hat topbarankirin. Di nava 10 rojên derbasbûyî de, bi sedan top û moşek li Zirgan û Til-Temir ê ketin. Di encama van êrişan de 5 welatî birîndar bûn, malûmilkên wan wêran bûn û saziyên xizmetê zirar dîtin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe îro careke din êrişî herêmê kirin.

Dagirkeran li ser riya di navber Zirgan û Til-Temir de erebeyek topbarankirin..

Derbarê encama êrişê de, heta niha tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

Gundê şeala yê Şehba hat topbarankirin

Li aliyê din, dagirkeran di seatên ber bi êvarê de, êrişî herêma Şehba jî kirin..

Gundê Şeala yê Şehbayê bi çekên giran hate topbaran kirin.

Bîlançoya êrişên 10 ya li ser Zirganê

Li aliyê din ANHA’yê encama êrişên 10 rojên dawî yên li ser gundên Til-Temir û Zirganê eşkere kir.

Ajansa Hawarê encamên êrişa li ser van deveran di 10 rojan de eşekere kir

10 Gund û 3 taxên Zirganê hatin topbarankirin

Li gorî vê, di van 10 rojan de, gundên Esediye, Dada Ebdal, Metmora û Bobî, Til Werd, Xirbet Şiîr, Bence û Mişêrfê, Şor, Xirbet Dexîl ên Zirganê hatin topbarankirin.

Her wiha taxên rojava, başûr û bakur ên navenda Zirganê jî rastî êrişan hatin..

Ji ber topbaranê, ziyanên mezin gihiştin mal û milkên welatiyan, aşxaneya li navçeyê, Şaredariya Gel û benzînxaneyek jî zirar dîtin.

6 Gundên Til Temirê hatin topbarankirin

Her wiha di nava 10 rojên derbasbuyî de gundên Um Kêf, Gozeliyê, Til Leben, Dirdara, Eboş û Qibûr Qera-cine yên Til Temirê jî hatin topbarankirin.

Di encama topbarana li ser van deveran de, zirar gihîştin mal û milkên welatiyan û avahiyên xizmetguzariyê.

3 caran Stasyona kehrebê hat topbarankirin û di encamê de ji xizmetê derket..

5 WELATÎ JI BER TOPBARANÊ BIRÎNDAR BÛN

Ji ber vê topbaranê, ne tenê zirarên madî, zirarên canî jî çê bûn.

Welatiya bi nave Ayşar Hisên El Kemorî (23) ji gundê Metmora û 4 welatiyên ji gundê Til El Leben birîndar bûn.

438 Moşek û gule li Zirgan û Til-Temir ketin

Her wiha dagirkeran di van êrişên xwe de 438 mûşek û hawan li gundên Til Temir û Zirganê xistin.

 

Back to top button