Salvegera 24. a Komploya Navnetewî

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku sala 25. ya Komploya Navnetewî wê bibe saleke ku berxwedana li dijî komployê gihîştiye asta herî jor û got, “Hevrê Sara û Rûken bi çalakiya li Mêrsînê bersiva herî baş dane salvegera komploya 25’an. Xeta fedaî ya têkoşînê a vê salê diyar kirin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan derbarê salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de ji ANF’ê re axivîbû.

Îro beşa dawî ya hevpeyvînê hate weşandin.

Dûran Kalkan: Jinên ku li ser xeta Zîlanê meşiyan komplo pûç kirin

Dûran Kalkan pêşîn têkoşîna jinan ya ji bo azadiyê û pûçkirina komploya li dijî Rêber Apo nirxand û wiha got:

“Berxwedana “Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin” ku li dijî komploya navneteweyî pêş ket, berxwedaneke mezin bû.

Lê belê bi tevlîbûna bi bandor a jinan asta pêşengiya têkoşînê derket holê.

Jinên ku li ser xeta Zîlan zana û bi rêxistin bû, êrîşên îmhayê yên komploya navneteweyî dît û beriya her parçeyekî bi lehengî û fedakariyeke mezin berê xwe da berxwedanê.”

“Ciwanên Apocî wê di sala 25. de helwesta xwe ya li dijî komplogeran xurtir bike”

Kalkan bal kişande ser helwest û nêzikatiya ciwanan ya li hemberî komployê û got:

“Çawa ku hemû barên têkoşînê ciwanan hilgirt ser xwe, barê têkoşîna li dijî komployê jî dîsa ciwanan rakir.

24 sal in di berxwedana li dijî komployê de pêşengtî kirin û hêzeke mezin raber kirin.

Ciwanên Apocî wê di sala 25’emîn de vê helwesta xwe hîn xurtir bikin.”

“Gelê Kurd niha pêşengiyê ji gelên Rojhilata Navîn û cîhanê re dike”

Dûran Kalkan li ser pirsa têkoşîna 25 salan a li hemberî komployê li Kurdistanê rastiyeke çawa afirandiye ev tişt got: “Dema mirov di dawiya sala 24’emîn de li Kurdistanê dinêre, dikare bi hêsanî bêje tiştên ku têkoşîna li dijî komployê re hatin afirandin heman tiştin.

Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku komplo bi temamî têkçûye, vala derketiye û bi ser neketiye.

Gelê Kurd niha pêşengiyê ji gelên li Rojhilata Navîn û hemû cihanê re dike.”

“Hevrê Sara û Rûkên xeta fedaî ya sala 25. a têkoşînê diyar kirin”

Kalkan da zanîn di têkoşîna 24 salên dawî ya li dijî komploya navneteweyî de li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat 20 hezar şehid hate dayin û got:

“Di rastiyê de hevrê Sara û Rûken bi çalakiya li Mêrsînê bersiva herî baş dane salvegera komploya 25’an.

Xeta fedaî ya têkoşîna sala 25’an eşkere kirin.

Ev tê wateya ku sala 25’an a têkoşînê jî wê bibe xeteke wiha ya fedaîbûnê.”

Dûran Kalkan: di sala 25. de Komploya Navneyeweyî wê teqez bê têkbirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan eşkere kir ew salvegera 24’an ya komploya navneteweyî bi berxwedaneke wiha ya gerîla û gel pêşwazî dikin û wiha bi dawî kir:

“Sala 25’an wê bibe saleke ku berxwedana li dijî komployê di berfirehî û kûrahî de bigihêje asta herî jor.

Di sala 25’an a têkoşînê de em ê faşîzma AKP-MHP’ê ya ku komploya navneteweyî didomînin têk bibin.

Em ê şoreşa demokratîk a Tirkiyê pêk bînin û rê li ber guhertin û veguhertina demokratîk vekin.”

Back to top button