Gerîlla li Mêrdîn, Besta, Zap û Metînayê li hêzên artêşa Tirk dan. Di çalakiyan de 12 leşker hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn.
Gerîllayên HPG’ê û YJA-Starê ji Mêrdîn, heta Besta, Zap û Metînayê bi çalakiyan bersivê didin êrişan artêşa Tirk.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama çalakiyên li Bakur û Başûrê Kurdistanê parve kir.
Li gorî vê; Şeva 4’ê Îlonê li qada Omeriya ya herêma Mêrdînê, 2 gerîlla bi hêzên dijmin re tên beramberî hev.
HPG: Gerîlla Xebat û Zana li Omeriya şehîd bûn
Di navbera 4 û 7’ê Îlonê de hevrêyên me Xebat û Zana bi lehengî şerê hêzên dagirker kirin.
Artêşa Tirk di êrişa 4 rojan de li hemberî herdû gerîllayan ji balafiran bigrin heta helîkopter, her cure çekên giran bikar anî.
Di encama şer de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn.
Roja 7’ê Îlonê hevrê Xebat û Zana şehîd bûn.
HPG: Di çalakiyên gerîlla de 12 leşker hatin kuştin
28’ê Îlonê li herêma Bagokê, gerîlla li dijî hêzên dagirker çalakî pêk anîn.
Endamekî kontra hate kuştin, 2 jî birîndar bûn.
6’ê Cotmehê li herêma Bestayê, hêzên dagirker bûn armanca lêdana gerîllayên jin.
Di encamê de 2 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Li Herêma Zapê jî 10’ê Cotmehê dagirkerên li derdora qada Sîda bûn armanca lêdana çekên giran ên gerîlla.
Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.
Li heman qadê 2 pergalên li derdora devera Şehîd Agir, 2 pergalên kamereyên şopandinê hatin rûxandin.
Kêliya ku hêzên Tirk xwestin devera kamereyan kontrol bikin, gerîlla dîsa li wan da.
Li vir jî 4 leşker hatin kuştin.