Cenazeyê her du gerîlayan Sara Tolhildan û Rûken Zelal ên ku li Mêrsînê çalakiyeke fedaî kirin, 16 roj in dewleta Tirk nade malbatên wan.
Di çalakiya fedayî ya 26’ê îlonê ku şehîd Sara û Rûken pêk anîn polîsek hate kuştin û gelek polîsên din jî birîndar bûn.
Malbata Şehîd Sara ji bo cenazeyê keça xwe bigirin çûn bajarê Mêrsînê û serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê dan.
Lê dozgeriyê ji kesên malbatê testa DNA’yê xwîn xwestin.
Cenazeyên her du Gerîlayan ji bo testa DNA’yê 16 roj in li Saziya Tipa Edlî tên rawestandin.