Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê her ku diçe zêde dibe.
Dagirkeran li gundê Cûqê yê Efrînê 4 welatî revandin.
Navên kesên hatine revandin wiha ne:
Ehmed Emîn El-xido
Selam Emîn El-xido
Mistefa Mistefa Emar û Mistefa Ebdo Emar.
Li gorî agahiyan kesên hatine revandin heta niha aqûbeta wan ne diyar e.
Li aliyê din talana xwezaya Efrînê û guhertina demografyayê jî bê navber dewam dike.