Li Parîs û Swîsra çalakiyên li dijî tecrîdê

Ciwanên Kurd li Parîs û Swîsreyê jî li dijî tecrîdê bertek nîşan dan.
Ciwanan teqez kirin ku ewê heta têkbirina tecrîdê her tim dê li qadan bin.

Ciwanên Kurd li bajarê Grîgny ya Parîsê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyan li dar xistin.

Ciwanan banga lidarxistina çalakiyan li dijî tecrîdê kir.

Ciwanan, gava meşê bêyî sekin dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Ciwanan li vir daxwiyanî dan û gotin:

Divê ruhê seferberiyê berdewam be heta pergala Îmraliyê xera bibe.”

Bi pêşengiya ciwanan li Lûzerna Swîsreyê çalakiya protestoyî hate lidarxistin.

Çalekgeran tecrîd şermezar kirin û gotin:

“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, divê em bikevin pêvajoya çalakiyên bêdem.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” bi dawî bû.

Li Cenevreyê jî li dijî tecrîdê çalakiyek hat lidarxistin.

Çalegeran tekez kir ku em gelê Kurd ji xeynî şikandina tecrîdê ti çarenûsa me nîne.

Ciwanên Kurd li Parîsê bi çalakiyek tecrîd şermezar kirin

Back to top button