Çeteyên dewleta Tirk 3 welatî li Efrînê revandin

Çeteyên dewleta Tirk 3 welatiyên din ji Efrînê revandin.

Li gorî nûçeya malpera Efrîn NEWS 24 jî çeteyên navê Polîsên Sivîl li xwe dikin du welatî bi hinceta ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar dikirin ji navçeya Cindirêsê revandin.

Navên her du welatiyan jî Esed Koçer û Mihemed Îbiş.

Hat diyar kiirn çeteyan her du welatî ber bi cihekî ne diyar ve birine û heya niha aqûbeta wan nayê zanîn.

Tora Çalakvanên Efrînê jî ragihand ku çeteyan li naçeya Mabatayê jî welatiyê bi navê Cemîl Cafer revandin.

Har diyar kirin Cafer dema vedigere warê xwe bi hincetên bê bingeh hat revandin û heya niha aqûbeta wî nayê zanîn.

Li Ezazê jinek tevî zaroka xwe hatin kuştin

Back to top button