Civîna berfireh ya zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi dawî bû

Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Zanîn xwebûn e, xwebûn hebûn e” 3. civîna xwe ya berfireh li dar xist.
Civîn li Reqayê 3 rojan dewam kir û bi encamnameyekê bi dawî bû.

Di civînê de Şînda Dawid û Xelîl Elî wek hevserok hatin hilbijartin.

Di encamnama civînê ev xal hatin eşkerekirin:

1. Pirdengî û pirzimaniya civakên herêmê di hemû warên zanîngehan de zêdetir cihê xwe bigirin.
2. Li hember hişmendiya zayendperest, di qadên zanistî û perwerdeyê de pêşxistina rola jinan.
3. Rola zanîngehan di parastina civakeke exlaqî û polîtîk de.
4. Zanîngeh dema ku stratejiyên xwe datîne, pîvan û mîsyona sereke ew e ku pêwîstî û siberoja civaka demokratîk esas bigire.
6. Zanîngeh zêdetir girîngiyê bide xebatên lêkolînê ku li ser pirsgirêkên civakî.
7. Li zanîngehên ku zimanê perwerdeyê kurdî ye, xwendin û nivîsîn bê bilindkirin.
8. Ji bo pêwendiyên bi zanîngeh û akademiyên cîhanî re kar û xebatên dîplomatîk zêdetir bêne pêşxistin.

Back to top button