Roja 10’ê Gulana 2017’an, roja rizgarkirina bajarê Tebqa ji çeteyên DAIŞ`ê ye.
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi boneya vê rojê şahiyek li dar xist.
Bi hezaran şêniyên bajêr û gundewarê wî beşdar bûn.
Şahî li bajarê werzîşî yê rojavayê Tebqayê hat lidarxistin.
Di serî de endamê Navenda Çand û Hunerê Amir Inad bixêrhatina mêvanan kir.
Hevseroka Meclisa Zagonsaz Huda El Ewan li vir axivî..
Huda El Ewan salvegera 6’emîn a rizgarkirina Tebqayê pîroz kir..
Huda diyar kir ku êrişên dewleta Tirk bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser in.
Hevserokê Meclisa Leşkerî Ebdureûf El Îsa got:
“Di her salê de jî em soza xwe ji şêniyên xwe re nû dikin ..
Heta pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê em ê li ber xwe bidin ..”
Piştre saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û rûspiyên eşîran peyam da ..
Piştî xwendina peyaman stran ji aliyê koma Doser El Tebqa û ya Cirniye ve hatin pêşandan..
Di dawiya şahiyê de govend hatin gerandin.