Jinên koçber ê Efrînê: Divê dagirkerî ji Efrînê bê derxistin

Bertekên li hember destdirêjiya zaroka 10 salî li Efrînê dewam dikin.
Jinên koçber ên ji Efrînê diyar kir ku bêdengiya li hember van sûcan hevkarî ye.

Koçbera bi navê Zeyneb Nasir bêdengiya rêxistinên mafên mirovan şermezarkir û got:

“Bêdengiya Rêxistinan hevkariya di sûcên şer ên li Efrînê de ye.”

Zeynebê daxwaz kir ku dagirker ji Efrînê bên derxistin, Efrîn li xwediyên wê bê vegerandin.

Heyat Horo jî xwest sûcdar giran bên cezakirin û got:

“Divê ew çete bê darvekirin, ji bo ku kes newêre sûcên wiha careke din bike.”

Esmehan Mihemed jî sûcên li dijî gelê Efrînê pêk tên, şermezar kirin û got:

“Hemû aliyên ku li hember van sûcên dagirkeran bê deng in, şirîkin .”

Koçbera bi navê Ayşe Omer jî dibêje:

“Divê rêxistinên hiqûqî bi rêya bidawîkirina dagirkeriyê mafên zarok û mexdûran vegerînin.”

Back to top button