Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Nîsanê de 163 êrişên bejahî û hewayî pêk anîn, balafirên artêşa Tirk jî 675 caran qada hewayî ya herêmê derbas kir.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi balafirên bêmirov ên biçek û çekên giran, dewam dikin.
Bi nêzîkbûna hilbijartinên parlamento û serokkomariyê yên Tirkiyeyê re, ev êriş zêdetir bûne
Ajansa Hawarê bîlançoya êriş û sûcên dewleta tirk ku meha Nîsanê de pêkaniye ev agahî da:
“Dagirkeriya Tirkiyê di meha Nîsanê de 675 caran êriş kiriye”
- Balafirên bêmirov ên biçek 643 caran li ser herêmê geriyan.
- Balafirên şer 25 caran li asîmanê herêmê firiyan.
- Helîkopterên şer 7 caran li ser herêmê geriyan.
- 5 êrişên balafirên keşfê yên biçek.
- 85 êrişên bejahî yên bi topavêjan.
- 51 êrişên bejahî yên bi çekên navîn.
- 22 êrişên moşekan.
Dewleta Tirk a dagirker gund û navçeya Eyn Îsayê topbaran kir