Piştî agirbestê, Hefter û Serac li Moskovayê civîyan

Piştî agirbesta ku li Libyayê hate ragihandin, danûstandinên çareseriya aloziya Lîbyayê li Moskovayê dest pê kir.
Tevî Hefter û El Serac rayedarên dewleta Tirk jî di hevdîtinan de cîh digirin.

Wezareta derve ya Rûsyayê ragihand ku îro nûnerên ji artêşa Lîbya û hikumeta Wîfaqê tevlî danûstandinan bûn.

Wezaretê îro vê sibê ragihandibû ku fermandarê artêşa Niştîmanî Xelîfe Hefter û serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz el-Serac jî wê li hev rûnin.

Wezaretê diyar kir, wê ev yek bi piştevaniya Wezareta Derve ya Rûsya û Tirkiyê pêk were û di hevdîtinê de wê agirbesta li Lîbyayê were nîqaşkirin.

Li gorî agahiyan, ji Tirkiyê, Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Istixbaratê Hakan Fidan û Wezîrê Parastinê Hulusî Akar di hevdîtinê de cîh digirin.

Weke tê zanîn, piştî ku di 2011an de serokê berê Muemer el-Qezafî hate kuştin, Lîbya êdî weke yek-dewlet tevnegeriya û bi piştgiriya NY û YE dabeşî du beşan bû.

Li Libyayê parlamen li aliyê rojhilat û hikumeta Wîfaqê jî li aliyê rojava, ango li aliyê paytext Terablusê hat avakirin.

Leave a Reply

Back to top button