Rûspiyê eşîra Şerabîn: Eşîrên Ereban siyaseta dewleta Tirk pûç kirin

Rûspiyê eşîra Şerabîn Sabit Cewher anî ziman ku QSD’ê li dijî dagirkeran axa wan parast û ew ê her tim piştgiriyê bidin.
Cewher destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze di navbera pêkhateyên herêmê de nakokiyan derxîne û got, Dewleta Tirk a ku piştgiriyê dide çeteyan wê nikaribe bigîhîje armanca xwe.”

Sekreterê Meclisa Rûspiyan û rûspiyê eşîra Şerabîn a Hesekê Sabit Cewher diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze di navbera pêkhateyên herêmê de nakokiyan derxîne.

Sabit Cewherî got, “Dewleta Tirk bi taybet jî ji bo di navbera Kurd û Ereban de nakokiyan derxîne bi milyonan dolar danî, lê dîsa jî ev plana wan bibin ket.”

Sabît Cewherî bibîrxist ku pêkhateyên herêmê ji destpêka şoreşê heta niha bi hevre li dijî çeteyên dewleta Tirk Cebhet El Nusra û Artêşa Wetanî û DAIŞ’ê mil bi mil şerkirin û gelek şehîd dan.

Cewherî da zanîn ku bi avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk li Bakurê Sûriyê û bangên rûpsiyên eşîrên Ereban re, bi hezaran ji pêkhateya Ereb tev li nava QSD`ê bûn.

Cewhetî got, “Ya ku axa me parast QSD’ê bû û em ê heta talî jî di nav QSD’ê de bin. Dewleta Tirk a ku piştgiriyê dide çeteyan wê nikaribe bigîhîje armanca xwe.”

Leave a Reply

Back to top button