Hikumeta Başurê Kurdistanê bersiva Hesen Nesrella da

Rayedarên Herêma Başûrê Kurdistanê bersîv dan îdîayên Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrella yê li dijî Mesûd Barzanî kiribû.
Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil got, “Em ji ber van îdîayên kesekî newerek matmayî neman.”

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrella ji serokê berê yê Herêma Başurê Kurdistanê daxwaz kiribû ku spasiya Qasim Suleymanî bike û li xwe mikur were ku Suleymanî di şerê li dijî DAIŞ’ê de desteka herêmê kiriye.

Her weha Nesrullah idîa kir ku piştî ketina DAIŞ’ê ya Iraqê bi 2 rojan, Suleymanî serdana Başurê Kurdistanê kir û Suleymanî li wir dît ku “destên Barzanî dilerizîn.”

Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil bi daxuyaniyekê bersiv da îdîayên Nesrullah.

Cotyar Adil weha got:

“Em ji ber dengê te yê lerzok û şêwazê te yê mîna zarokan, dema te dev diavêt Herêmê û Serokê wê, matmayî neman.

Bi salan e tu ji tîrêja rojê bê parî û ji tirsan re te xwe di tunelan de veşartiye.

Li şûna van axaftinên te, divê te parastina vî gelê têkoşer û berxwedêr kiriba.

Cotyar Adil diyar kir ku tenê Hêzên Pêşmerge, Hewlêr û herêm parastî ye û tevî vê yekê wan spasiya hevkarên xwe jî kiriye.

Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil got:

Kesekî newêrek mîna te û gotinên ji xwe mezintir dike, çima dev diavêje welatekî ku ti têkiliya te pê re tine ye.

Leave a Reply

Back to top button